Dengdana taybet a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dest pê kir

Dengdana taybet a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li 4 parêzgehên Herêma Kurdistanê û çend parêzgehên Îraqê dest pê kir.

18.10.2024, Cum - 10:40

Dengdana taybet a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dest pê kir
Nuçe Belav bike

Her wiha li bajar û parêzgehên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê jî navendên dengdanê hatine danîn.

Di dengdana taybet a ku tenê hêzên ewlehiyê dengê xwe didin de mafê dengdanê yê 215 hezar û 960 kesan heye.

Rêjeya dengdêrên dengdana taybet ji sedî 7,4ê dengdêrên Herêma Kurdistanê ye.

Komîsyonê Hilbijartinan a Serbixwe ya Îraqê 12 baregeh li Îraqê ji bo endamên hêzên ewlehiyê yên ku erkên wan li derveyî Herêma Kurdistanê ne, vekirine.

Ji bilî çar parêzgehên Herêma Kurdistanê, li Kerkûk, Bexda, Selahedîn, Nînowa, Diyale, Wasit û Enbarê jî navendên dengdanê hatine danîn.

Navendên dengdanê dê ji saet 07:00an heta 18:00an vekirî bimînin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 49 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:21:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x