Endamê Komîteya Navendî ya PDKê Hîwa Geylanî ji Kurdistan ragihand, îro Şemiyê 12ê Mijdara 2022yan, yekem civîna Komîteya Navendî ya PDKê piştî Kongreya 14emîn bi serperiştiya Serok Barzanî dê were encamdan, civîn ji bo diyarkirina berpirsê desteya kargêrî û çar kargêriyên polîtburoyê û 15 heta 17 endamên polîtburoyê tê pêkanîn.
Hîwa Geylanî eşkere kir ku mekanîzmaya destnîşankirina endamên polîtburoyê dê bi rêya hilbijartinê bibe.
Roja 3ê Mijdara 2022an, 14emîn Kongreya PDKê li bajarê Duhokê hat sazkirin û di roja yekem a kongreyê de bi yekdengiya endamên kongreyê, Serok Mesûd Barzanî wek Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî wek cîgirên Serokê PDKê hatin hilbijartin.
Di roja duyem a kongreyê de peyrew û programa Partiya Demokrat a Kurdistanê hat pesendkirin, ku çend guhertin di organên partî û xebatên wê de hatin kirin.
Roja 6ê Mijdara 2022yan, encama hilbijartina endamên Komîteya Navendî ya PDKê hat ragihandin û karên Kongreya 14emîn bi dawî bû.