Di derbarê Kurdistanê de Macron, Trump geriya

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Fransayê Emmanuel Macron di pêwendiyeke telefonî de rewşa Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

05.12.2017, Sal - 06:15

Di derbarê Kurdistanê de Macron, Trump geriya
Nuçe Belav bike

Koşka Spî ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê pêwendiya telefonî ya Trump û Macron ragihand û got, her du serokan ji bo çareserkirina bi rêya dîyalogê ya kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê li hev kirine.

Koşka Spî herwiha daye xuyakirin, di vê pêwendiya telefonî de, "her du serok li ser wê yekê li hev kirin, ku pêwîst e Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi gotûbêjê pirsgirêkên xwe çareser bikin."

Hêjayî bîrxistinê ye, 2'yê Kanûna 2017an şandeke Herêma Kurdistanê bi seroktiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qûbad Talabanî li Koşka Elîze ji aliyê Serokê Fransayê Emmanuel Macron ve hatibûn pêşwazîkirin û li ser çareserkirina pirsgirêkên navbera hikûmeta Iraqê û herêma Kurdistanê hevdîtinek pêk anîbûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1215 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:01:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x