'Di pênc mehan de 500 hezar geştyaran serdana Hewlêrê kirin'

Li ser amadekarî û plana geştûguzariyê bo demsala havînê, Rêveberê Giştî yê Geştûguzariya Hewlêrê ragihand, ji bilî planên ku derbarê boneyên taybet de ne, Rêveberiya Geştûguzariya Hewlêrê bi awayekî berdewam xwedî stratejiya demdirêj e.

23.06.2023, Cum - 09:11

'Di pênc mehan de 500 hezar geştyaran serdana Hewlêrê kirin'
Nuçe Belav bike

Li ser amadekarî û plana geştûguzariyê bo demsala havînê, Rêveberê Giştî yê Geştûguzariya Hewlêrê ragihand, ji bilî planên ku derbarê boneyên taybet de ne, Rêveberiya Geştûguzariya Hewlêrê bi awayekî berdewam xwedî stratejiya demdirêj e ji bo pêşwazîkirina geştyaran.

Rêveberê Giştî yê Geştûguzariya Hewlêrê Dilêr Mihemed ji ajansa Kurdistan24ê re ragihand, amadekariyên ji bo pêşwazîkirina geştyaran bo demsala havînê di asteke gelek baş de ne.

Dilêr Mihemed diyar kir: “Asayiş şademarê liv û tevgera geştûguzariyê ye, ji bilî vê jî dirustkirina her hêsankariyek ji bo geştyar handan e ji bo pêşvebirina vê sektorê.”

Mihemed eşkere kir, di nava pênc mehên borî yên îsal de 500 hezar û 937 geştyar serdana bajarê Hewlêrê kirine, ew pêşbînî dikin ku ev rêje biçe asteke baştir.

Di nava sê salên borî de ji ber belavbûna nexweşiya Koronayê û proseya xweparastina ji vê nexweşiyê, liv û tevgera geştyariyê li Herêma Kurdistanê sist bûbû, piştî rakirina rêkaran û kêmbûna rêjeya pêketina bi wê nexweşiyê, sektora geştyariyê cardin vedije û geştyar berê xwe didin bajarên Herêma Kurdistanê.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 552 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:42:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x