Li gor zanyariyên ku şahidên bûyerê duh dane Rûdawê, otomobîleke ku li ser rêya navçeya Çoman û navçeya Ranye ya Silêmaniyê nikaribû bisekine, derengiya şevê ji zinareke 100 metrî kete xwarê.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, kesê bi navê Mam Çeto Belzê yê ku tevî malbata xwe ji Çomanê çûbû serdana keça xwe ya ku li Ranyayê zewicîbû. Piştî serdanê dema vedigeriyane Çomanê, di demjimêr 23:00an de nikaribû otomobîla xwe di quncikê rê de biserkinanda û ji bilindahiyeke 100 metreyan ketine xwarê.
Hat diyarkirin ku di otomobîlê de ji 11 kesên ji heman malbatê 5 kesan canê xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn. 5 kesên ku canê xwe ji dest dane 2 jin, 2 zarok, 1 jî zilam birin morgê. 4 kes li nexweşxaneyan têne dermankirin.
Nasnameyên 5 kesên şêniyên gundê Belzê yê navçeya Çomanê ku canê xwe ji dest dane wiha ne; Tofîq Çeto, Ayşe Omer, Befrîn Çeto, Hewraz Şemal, Bane Şemal.