Dijeterora Kurdistanê: Droneka bombekirî li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hat êxistin

Dijeterora Kurdistanê radigehîne, “Droneka bombekirî li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hat êxistin ku arasteyî bingeha serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê hatibû kirin.

19.01.2024, Cum - 05:53

Dijeterora Kurdistanê: Droneka bombekirî li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hat êxistin
Nuçe Belav bike

Li dû zanyarên Dijeterora Kurdistanê, îşev (Pêncşem, 18.1.2024) seet 23:06, droneka bombekirî hat pûçkirin û êxistin, ku ji aliyê milîşyayên neqanûnî yên Îraqê ve arasteyî bingeha serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatibû kirin.

Li dû zanyarên Dijeterora Kurdistanê, seet 05:05 ê serê sibeha roja Sêşemê, 16.1.2024, jî sê dronên bombekirî li Hewlêrê hatibûn pûçkirin û êxistin, ku arasteyî bingeha serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatibûn kirin.

Ev di demekê de ye ku Duşema borî, 15.1.2024, bi behaneya hebûna bingeheka Mossada Israîlê li Hewlêrê, artêşa Pasdarên Îranê bi çend moşekên Balistî êrîş kir ser Hewlêrê û mala welatî Pêşrew Dizeyî, ku bazirganekê mezin ê Herêma Kurdistanê bû, kir armanc.

Ji verêja wê êrîşê, pênc welatî şehîd bûn û şeş welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî ne.

Ji bo lidûçûna rastiyan, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Arecî ku Serokê Lijneya Lêkolînê ya Hikûmeta Îraqê ye serdana Hewlêrê kir. Piştî serdana birîndaran û xaniyên moşekbarankirî, Arecî ji K24ê re ragehand, “Ew cihê hatiye armanckirin mala welatiyekê sivîl e, ne ku bingeha Mossada Israîlê ye”.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 193 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:25:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x