Dîndar Zêbarî: Li Herêma Kurdistanê ti kes ji ber baweriyên xwe yên siyasî nehatiye girtin

Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Dîndar Zêbarî ragihand, li Herêma Kurdistanê ti kes ji ber baweriyên xwe yên siyasî nehatiye girtin û azadî bi giştî li Herêma Kurdistanê gelek pêşketî ye.

12.07.2023, Çar - 13:08

Dîndar Zêbarî: Li Herêma Kurdistanê ti kes ji ber baweriyên xwe yên siyasî nehatiye girtin
Nuçe Belav bike

Dîndar Zêbarî di daxuyaniyekê de ji “Dengê Amerîka” re got: “Li Herêma Kurdistanê ti kes ji ber baweriyên xwe yên siyasî nehatine girtin. Di dema Kabîneya Nehem de pêşketineke mezin di warê azadiyan de çêbûye û ti rojnamevanek jî ji ber karê rojnamevaniyê nehatiye girtin.”

Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî tekez kir, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser hemû pêşniyar û rasperdeyên civaka navdewletî kar kiriye.

Dîndar Zêbarî destnîşan kir jî: Di dema Kabîneya Nehem a bi serokatiya Mesrûr Barzanî de, destxweşiyên baş ên navdewletî jê re hatine.

Got jî: “Yasaya rojnamevaniyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê yek ji baştirîn yasayan e, lê derketina medyaya dîjîtal û nebûna yasayek taybet di vî warî de, pirsgirêk ji hikûmetê re çêkiriye.”

Dîndar Zêbarî got: “Hejmara rojnamevanên Herêma Kurdistanê li gorî niştecihên Herêmê xuya ye û dibe ku li welatên din tune be. Nêzîkî 8 hezar rojnamevan hene ku nêzîkî 7 hezar ji wan di nav sendîkayê de tomarkirî ne. Pirsgirêka sereke bo hikûmetê ew e ku li Herêmê kî rojnamevan e, ji ber ku di dema xwepêşandanan de pirsgirêkan dirust dikin ji ber ku nasnameya wan a rojnamegeriyê nîn in.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 397 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:34:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x