Di vê derbarê de Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Elî Ewnî dibêje “Ez nizanim çawa wan ev berpirsê PKKê kuştiye, lê pirs ev e, PKK li Silêmaniyê çi dike û çima li Silêmaniyê ye? MÎTê çawa xwe gihand wî kesî?”
Herwiha Elî Ewnî dibêje: “Ne rewa ye ku PKK li Silêmaniyê ye û bûye metirsî li ser xelkê sivîl, serdestî û baldariya PKKê ji aliyê YNKê ve û kuştina kadroyên PKKê li navçeyên di bin kontrola hêzên asayişa YNKê de, pirsgirêkên mezin ji bo Kurdistanê çêkiriye. Ev fişarê li ser me çêdike. Piştre hincetan didin Tirkiyê û û Tirkiyê dikişînin nav axa Herêma Kurdistanê û piştre jî me bi kaşkirina Tirkiyê tohmetbar dikin.''
Endamê Komîteya Navendî ya PDKê pêwîst dibîne ku PKK û Tirkiye rewşa Herêma Kurdistanê li ber çavan bigirin û Herêma Kurdistanê nekin qada pirsgirêkan.