Emar Hekîm projeyeke siyasî li Hewlêrê gotûbêj dike

Serkirdeyê pilebilind yê Encûmena Îslamiya Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Şîeyên Iraqê Emar Hekîm gihêşte Hewlêrê û li Firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên ve hate pêşwazîkirin.

04.02.2017, Cts - 15:26

Emar Hekîm projeyeke siyasî li Hewlêrê gotûbêj dike
Nuçe Belav bike

Serkirdeyê pilebilind yê Encûmena Îslamiya Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Şîeyên Iraqê Emar Hekîm gihêşte Hewlêrê û li Firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên ve hate pêşwazîkirin.

Biryar e Emar Hekîm ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û hejmarek ji serkirdeyên partiyên siyasî yên Kurdistanê bicive û projeya rêkeftina siyasî ya di navbera aliyên Iraqî de gotûbêj bike.

Berî demekê ev proje ji aliyê Emar Hekîm ve bo aştîkirin û jihevnêzîkirina aliyên siyasî yên Iraqê xistibû nava meydana siyasî ya Iraqê û li Îran û Urdinê jî gutûgo li ser hatibû kirin û pesendkirin, îro jî ligel Kurd li ser wê projeyê gotûbêjan dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1187 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:31:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x