Encûmena Kerkûkê: Em biryara Parlamentoya Iraqê bi cih nayinin

Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê diyar kir ku ew biryara Parlamentoya Iraqê ya ji bo Alaya Kurdistanê bi cih nayinin û got biryara hilgirtina Ala Kurdistanê ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê yaseyî ye.

02.04.2017, Paz - 07:37

Encûmena Kerkûkê: Em biryara Parlamentoya Iraqê bi cih nayinin
Nuçe Belav bike

Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbiwar Talebanî di civîneke çapemeniyê de anî ziman ku ew spasiya hemû fraksiyonên Kurdistanî dikin, ku piştgirî dane biryara Encûmena Parêzgeha Kerkûkê.

Talebanî got, "Em biryara Parlamentoya Iraqê ya ji bo daxistina Ala Kurdistanê bi cih nayinin. Ji ber ku li gorî biryara Dadgeha Federal a ji bo wan herêmên xwediyên biryara xwe ne, em dikarin vê biryarê bi cih neyinin."

Rêbiwar Talebanî diyar kir ku li gorî xala 115an a destûra bingehîn heq dide parêzgehan ku karibin ji bo xwe biryarên taybet bigirin û got, "Her wiha li gorî xala 140an a destûrê jî Kerkûkê herêmê bi kêşe ye û ji bo vê yekê jî dikare her alayên Iraqê û Kurdistanê hilbigire."

Tê zanîn ku Parlamentoya Iraqê îr roja 1ê Nisanê biryar dabû ku Ala Kurdistanê ya li Kerkûkê hat hilgirtin, were daxistin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1152 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:30:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x