Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê zanyariyên nû derbarê êrîşa li ser Hewlêrê de aşkere dike

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê: Ev êrîşên teroristî bi armanca xistina fişarê li ser Herêma Kurdistanê tên kirin

09.06.2022, Per - 09:47

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê zanyariyên nû derbarê êrîşa li ser Hewlêrê de aşkere dike
Nuçe Belav bike

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê derbarê êrîşa şeva borî ya li ser Hewlêrê de daxuyaniyek belavkir û tê de zanyariyên nû belav kirin.

Daxuyaniya Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê:

Êrîşa teroristî ya şeva borî li ser Hewlêrê, berdewamiya wan êrîşan e ku bi armanca xistina fişarê li ser Herêma Kurdistanê tên kirin.

Ew droneya ji bo vê êrîşê bi kar hatiye, ji sînorê bajarokê Pirdê ji aliyê mîlîşyaya Hizbullah ve arasteyî Hewlêrê hatiye kirin.

Piştî êrîşê çendîn malperên fermî yên ser bi hêzeke herêmî ve, wek carên pêşî belav kirine ku di vê êrîşê de otomobîlek ser bi Mossada Îsraîlê ve hatiye armanckirin û idîa kirine ku kesek jî hatiye kuştin. Ew ji wan e dikarin bi van derew û idîayan, raya xwe ya giştî bixapînin, lê ji bo xelkê Hewlêr û Herêmê yê ku bi çavê xwe cih û cureya êrîş û ziyanên wê dîtine, ev hewlên wan bûne cihê pêkenokê.

Ew vê bangeşeyê dikin, dixwazin şiketî û lawaziya xwe veşêrin, eger na bila ewlehiya nava cergê paytext û bajarên xwe biparêzin. Herêma Kurdistanê ti demê nabe pêgehek ji bo gefa li ser welatên herêmê, di hem demê de jî radigihînin ku divê ew welat rêzê li serweriya xak û gelê Herêma Kurdistanê û Iraqê bigirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 664 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:01:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x