Erdogan Cejna Qurbanê li Nêçîrvan Barzanî pîroz kir

Serokayetiya Herêma Kurdistanê ragihand, ji bo pîrozbahiya Cejna Qurbanê Serokkomarê Tirkiyê bi rêya telefonê peywendiyek bi Serokê Herêma Kurdistanê danî. Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyê jî heman nûçe weşand.

29.06.2023, Per - 17:17

Erdogan Cejna Qurbanê li Nêçîrvan Barzanî pîroz kir
Nuçe Belav bike

Serokayetiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku îro Pêncşemê ji bo Cejna Qurbanê Serok Nêçîrvan Barzanî ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan peywendiyeke telefonî danî.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê diyar kir ku di peywendiya telefonî de Erdogan Cejna Qurbanê li Nêçîrvan Barzanî pîroz kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û “Her wiha bi rêya Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Herêma Kurdistanê kir.”

Li aliyê din Nêçîrvan Barzanî spasiya peywendî û pîrozbahiyên Erdogan kir û hêviya serkeftinê ji Serokkomarê Tirkiyê û gelê Tirkiyê re xwest.

Her du alî hêviya xwe anîn ziman ku ev cejn bibe sedema xêr û xweşî û bextewariyê ji bo her kesî û her wiha li ser pêşxistina hevkarî û peywendiyên navbera Tirkiye û Iraqê û Herêma Kurdistanê jî mijareke din a axavtinê bû.

Hat ragihandin di peywendiya telefonî de Erdogan cejna Qurbanê li Nêçîrvan Barzanî pîroz kir û ji bo hemû mirovatiyê û di serî de ji alema Îslamê re aştî, bextewarî û bereket xwest.

Roja 3ê Hezîrana 2023an Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwandina fermî ya Recep Tayyip Erdogan serdana Enqerê kiribû û beşdarî merasîma sondxwarina Erdogan bibû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 322 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:39:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x