Parlamenterê Kurdistanê (PDK) Firset Sofî piştî ku behsa taybetmendiyên Serok Barzanî kiriye, gotiye, eger şerê DAIŞê neba Serok Barzanî dê sala 2015 dest ji serokatiyê berda lê dema DAIŞê êrişî Kurdistanê kir xwe neda aliyekî û bixwe fermandehiya şer kir û serkeftinek mezin tomar kir.
Sofî daye zanîn ku beriya referandomê çend caran ji Serok Barzanî bihîstiye ku gotiye “Ez piştî referandomê êdî serokatiyê nakim” û xwe amade kiribû ji raya giştî re eşkere bike lê ji ber xiyaneta 16 Cotmehê hat paşxistin û herî dawî roja 28 Cotmehê nameyek ji Parlamentoya Kurdistanê re şand û ragihand ku êdî naxwaze seroatiyê bike.
Wî parlamenterê Kurdistanê ragihandiye ku Barzanî dikarîbû bi biryara Encumena Şûra ya Kurdistanê li ser karê xwe berdewam bibe lê dîsa jî qebûl nekir û gotiye, eger Serok Barzanî piçekî kêfa wî ji serokatiyê re hatiba dê berdewam biba. Helbet gelek hêzên serekî dixwastin Barzanî li ser serokatiyê berdewam be lê Barzanî qebûl nekir.
Firset Sofî daye xuyakirin ku biryara Barzanî li ser serokatiyê, ji dil bû çimkî Serok Barzanî di wê baweriyê de ye nabe serok heta hetayî her serok bimîne û divê Kurdistanê mînakeka baş ya pevguhertina aştiyane ya hêz û desthilatê be.