Fuad Husên: ‘Cihê ku hat topbarankirin PKK lê nebû’

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên li ser topbarana seyrangeha gundê Perex a Zaxoyê, pirsgirêkên Iraq û Tirkiyê û çend mijarên girîng daxuyaniyeke taybet da Rûdawê. Fuad Husên li ser topbarana seyrangeha gundê Perex a Zaxoyê got, “Em dê giliya Tirkiyê li Encûmena Asayîşa Navdewletî bikin û dest bi proseduran dikin.”

23.07.2022, Cts - 12:07

Fuad Husên: ‘Cihê ku hat topbarankirin PKK lê nebû’
Nuçe Belav bike

Di 20ê Tîrmeha 2022an de seyrangeha gundê Perex a Zaxo ya Duhokê hat topbarankirin ku di encamê de zarok jî di nav de 9 kesan canê xwe ji dest dabûn û herî kêm 30 kes jî birîndar bûbûn.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên beşdarî bernameya Rûdawê ya bi pêşkeşkariya Senger Abdurrahman bû û bersiva pirsên topbarana seyrangeha gundê Perex a Zaxoyê da.

Fuad Husên li ser topbarana Zaxoyê got, “Diyar e ku êrîşa li ser Zaxoyê ji aliyê Tirkiyê ve hatiye kirin. Pisporên leşkerî ji me re gotin ku topbaran ji aliyê Tirkiyê ve hatiye kirin. Em dê giliya Tirkiyê li Encûmena Asayîşa Navdewletî bikin û dest bi proseduran dikin.”

“Cihê ku hat topbarankirin PKK lê nebû”

Fuad Husên anî ziman, “Ew cihê ku roja Çarşemê hat topbarankirin PKK lê nebû. Divê Tirkiye û PKK li nav axa Iraqê nemînin. Nêta me ya şer ligel Tirkiyê nîne û baweriya me jî bi şer nîne. Iraq dikare bikeve tevgerê lê naxwaze pirsgirêkên wê ligel ti welatekî hebin.”

Fuad Husên diyar kir ku topbarana seyrangeha gundê Perex a Zaxoyê bi topavêjên 155 mm hatiye kirin û 4 top li wî cihî dane.

Fuad Husên her wiha got, “Ji Tirkiyê heta niha nameyeke sersaxiyê nehatiye. Tirkiye behsa komîteyeke hevbeş dike lê tenê di medyayê de dibêje ku wan ne nameyeke fermî, ne lêborîna fermî ne jî tiştek şandiye.”

“Divê Tirkiye reftarên xwe li hember Iraqê biguhere”

Fuad Husên li ser binpêkirinên Tirkiyê yên li ser axa Herêma Kurdistanê got, “Balyozxaneya Tirkiyê nayê girtin lê divê Tirkiye vê yekê fêm bike û reftarên xwe li hember Iraqê biguhere, ev rewşeke nû ye. Ti peymaneke ewlehiyê ya Iraqê bi Tirkiyê re nîne, ya heyî di sala 1984an de bûye. Tirkiye li hemberî PKKê disekine bila bisekine lê pirsgirêk ew e ku li ser xaka Iraqê ye. Divê Tirkiye vê yekê fêm bike heger ew vê yekê fêm neke, dê gelek pirsgirêk derkevin.”

Fuad Husên anî ziman, “Em dizanin ku PKK ji bo Tirkiyê pirsgirêk e û em vê yekê jî fêm dikin lê nabe ku Tirkiye her dema bixwaze operasyonê bike û bikeve nav axa Iraqê. Piştî roja Çarşemê û topbarana ser xelkê, divê Tirkiye bi awayekî cuda li vê pirsê binêre yanî ne bi hizra tundûtûjiyê li ser xaka Iraqê.”

“Nabe pirsa avanebûna Hikûmeta Iraqê bixine stûyê YNK û PDKê”

Fuad Husên her wiha got, “YNK û PDK xwedî dîrokeke hevpar in, pirsgirêk ne tenê mijara serokkomariyê ye. Her dema ku YNK û PDKê li hev kirin, bi ser ketin. Lewma çareseriyeke din nîne û divê YNK û PDK li ser mijara serokkomariyê li hev bikin. Her du alî dê li ser pirsa serokkomariyê li hev bikin. Çarçoveya Hevahengiyê li hev nekiriye û nabe pirsa avanebûna Hikûmeta Iraqê bixine stûyê YNK û PDKê.”

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 642 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:30:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x