George W. Bush nameyek ji Serok Barzanî re şand

Serokê berê yê Amerîkayê George W. Bush derbarê vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî de nameyek pîrozbahiyê ji Serok Mesûd Barzanî re şand.

11.05.2023, Per - 15:06

George W. Bush nameyek ji Serok Barzanî re şand
Nuçe Belav bike

Bush di peyama xwe de wiha got: “Birêz Mesûd Barzanî, vekirina Yadgeha Niştîmanî ya Barzanî li we û malbata we pîroz dikim. Bîranîneke mezin û hêja ye. Ev muzexane belgeyeke eşkere ye li ser xebat û qurbanîdana malbat we ji bo ji dubare xêzkirina dîrokê.”

Serokê berê yê Amerîkayê got jî: “Mîrasa Barzanî ji qurbanîdan, rûbirûbûna astengî û berxwedanê ye. Ev cih taybet e ji bo bîranîna destkeftiyan bo nifşên paşerojê.”

Her wiha got jî: “Hêvîdar im netewa Kurd ji bo paşeroja miletê xwe, baştir têbigihin cîhanbîniya Barzanî.”

Bush di berdewamiya axaftina xwe de got: “Ez her tim şanaz bûm ku we mîrateya bavê we hilgirtiye û serkirdayetiya we ji bo destpêkirina qonaxeke din a Iraqê piştî rûxandina rêjîma Sedam Husên gelek girîng bû.”

Bush got jî: “Hûn ji bo Amerîkayê hevkarekî gelekî girîng bûn û hûn alîkar bûn ku Kurdistanê ji terorê derxînin û bikin meşxela hêviyê.”

Serokê berê yê Amerîkayê her wiha got, “Pêşwazîkirina we li Koşka Spî şanaziyeke mezin bû. Hêvîdar im vê carê jî we li Teksasê bibînim. Hevjîna min Laura jî ahengeke xweş ji we re dixwaze

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 357 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:20:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x