Duh roja înê 21ê Cotmeha 2022yan, di daxuyaniyeke rojnamevanî de Endamê Encûmena Bilind a Siyasî ya Berjewendiyên YNKê Hakim Qadir Hemecan tekezî li pêwîstiya parastina yekrêziya navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir û got: “Divê nakokî û milmilaniyên navxwe yên Herêma Kurdistanê dema diçin Bexdayê ji holê were rakirin.”
Hakim Qadir Hemecan li ser beşdariya Kurdan di kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê de diyar kir, divê Kurd beşdar bibin ji bo wergirtina mafên xwe yê rewa û destûrî.
Hemecan ji nûnerên Kurd ên li Bexdayê û di hikûmeta nû ya Iraqê de daxwaz kir, ji bo rawestandina proseya erebkirina li Kerkûk, Xaneqîn û cihên nakokiyê bixebitin, ku berevajî mafên mirovan, destûr û daxwazên gel û bingehên demokrasî û federalî ye.