Herêma Kurdistanê êdî dikare petrolê bi ‘qanûnî’ bifroşe

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê li ser projeyasaya bûdceya sala 2023ê li hev kirin. Li gorî rêkeftina ku hatiye kirin, Iraq bi awayekî qanûnî qebûl dike ku Herêma Kurdistanê petrola xwe bifroşe.

28.02.2023, Sal - 18:24

Herêma Kurdistanê êdî dikare petrolê bi ‘qanûnî’ bifroşe
Nuçe Belav bike

Li gor nûçeya ku Rûdawê ji Lijneya Encûmena Wezîran a Iraqê bidest xistiye, di encama rêkeftinê de pişka ku ji bûdceya sala 2023ê ji bo Herêma Kurdistanê hatiye terxankirin dê ji sedî 12.67 be.

Biryar e di Cotmeha îsal de serjimêriya giştî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê were kirin. Eger di serjimêriya ku tê kirin de rêjeya welatiyên li Herêma Kurdistanê dijîn ji sedî 12.67 zêdetir be, pereyên ku kêm hatine şandin, dê mehên berê jî bikin ser û ji aliyê Iraqê ve bo Herêma Kurdistanê bên şandin.

Iraq dê bi awayekî qanûnî firotina petrolê ji aliyê Hikûmeta Kurdistanê ve qebûl bike

Li gorî wê rêkeftinê, Hikûmeta Iraqê dê mûçeyên kompaniyên ku li Herêma Kurdistanê kar dikin, bide û bi awayekî yasayî jî firotina petrolê ji aliyê Hikûmeta Kurdistanê ve qebûl bike, herwaha hemû biryarên Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê dê bên rawestandin heta ku Proje yasaya Petrol û Gazê bê nivîsandin û li Parlamentoya Iraqê bê dengdan.

Li aliyê din ve lihevkirinek hate kirin ku hesabekî bankî were vekirin û her meh pişka bûdceya Herêma Kurdistanê li ser vê hesabê were veguheztin û tenê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi vî beşî re mijûl bibe.

Pereyê 250 hezar bermîlên petrolê dê bide Iraqê

Herwiha ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat qebûlkirin ku pereyê 250 hezar bermîlên petrolê yên ku hatine firotin bide Iraqê da ku xalên rêkeftinê wek berê bên cîbicîkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 204 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:56:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x