Hikumeta herêma Kurdistanê bersiva Human Rights Watch dide

Komîteya Bersivdana Raportên Navdewletî ya hikumeta herêma Kurdistanê bersiva rêxistina Human Rights Watch da û hejmara çekdarên DAIŞê yên girtî aşkere dike.

13.01.2018, Cts - 18:04

Hikumeta herêma Kurdistanê bersiva Human Rights Watch dide
Nuçe Belav bike

Ev jî têkista peyanameya bersivdana rapora navnetewî ye:

Komîteya Bersivdana Raportên Navdewletî ya Herêma Kurdistanê di rapora xwe ya bersivê de wiha hat gotin : “Heta roja 16-10-2017ê, ti girtiyek li cem asayîşa Kerkûkê desteserkirî nebû, tenê li navçeya Dubizê zîndanêkî demkî hebû, ku ew jî ji bo bo wergirtina wan kesan bû, ku beriya rizgarkirina Hewîceyê dihatine Dubizê. Beşek ji wan endamên DAIŞê bûn an jî hevkariya DAIŞê kiribûn. Hemû erebên sunnî bûn, hejmara wan nêzîkî hezar kesan bû û xwe bi xwe radestê hêzên ewlekariya Herêma Kurdistanê kiribûn, paşî ev kes ji bo asayîşa giştî ya Hewlêrê hatine veguhestin û ti girtîgehek li Kerkûkê nebûye. Herwiha veguhestina van kesan jî di bin berpirsiyariya berpirsên leşkerî yên eniya Kerkûkê pêk hatiye, hêzên asayîş û dijî terorê berpirsiyariya pêvajoya veguhestinê li xwe girtine.

Herwiha raporê eşkere dike ku, gelek caran di dema şer de hinek kes hatine desteserkirin lê piştî lêkolînê kesên bêtawan hatine azadkirin, yên têkiliya wan bi DAIŞê re hebibe jî li gorî madeya 4 a Yasaya Terorê ketine ber jêpirsînê. Ev kes tenê 24 demjimêran di bin lêpirsînê de mane. Kesên ku eşkere bûye peywendiyên wan bi DAIŞê re heye ji bo dadgeha taybet hatine veguhestin.

Di raporê de hat gotin ku, şêwaza desteserkirina ew 350î kesên ku peywendiyên wan bi DAIŞê re hebûye, ji ya rapora HRW behs dike cudatir e. Çimkî bi tomet nehatine destgîrkirin, wate nehatine tometbarkirin. Li ser van kesan di destê hêzên ewlekariyê de belge hebûye û di dema operasyona Hewîceyê de wan xwe radestî hêzên ewlekariyê kirine. Herwiha mikûr hatine, ku ew endam û alîgirên DAIŞê bûne, ji malbatên xwe hatine cihêkirin. Malbatên wan jî veguhestine Kampa Cîde ya di bin kontrola hikûmeta Iraqê de, lewma derfet nebûye malbatên wan ji girtina wan agahdarbin, amaje bi bi wê yekê kir ku, herêma Kurdistanê yasaya jimare 3 ya sala 2006ê, ku yasaya tekoşîna li dijî terorê ye, tê peyrewkirin. Heta 17ê Tîrmeha 2016ê jî li ser vê yasayê hatiye karkirin. Lê niha ji bo dadgehkirina van kesan yasaya jimare 21 a sala 2003ê ya Parlamentoya Kurdistanê û herwiha ysaya cezakirinê ya Iraqê ua jimare 111 a sala 1969ê ya sererastkirî, tê bikaranîn.

Komîteya bersivdana rapora navnetewî de got jî ku,

Di sala 2014ê de 115 kes hatine desteserkirin

Di sala 2015ê de 182 kes hatine desteserkirin.

Di sala 2016ê de 83 kes hatine desteserkirin.

Di 6 mehên yekem ên 2017ê de 19 hatine desteserkirin.

Ew kesên ku heta niha jî di bin jêpirsînê de ne wiha ye:

Ji sala 2014ê ve 33 kes

Ji sala 2015ê ve 78 kes

Ji sala 2016ê ve 20 kes

Ji 6 mehên yekem ên sala 2017ê ve 6 kes

Ew kesên ku biryara girtinê ji wan re derketiye:

Di sala 2014ê de 5 kes

Di sala 2015ê de 23 kes

Di sala 2016ê de 7 kes

Ji 6 mehên yekem ên sala 2017ê, cezayê girtinê ji ti kesan re derneketiye lê cezayê 36 kesan ketiye ber temîzê.

Herwiha, derbarê radestkirina kesên, ku tevlî karên terorîstî bûne an jî alîkarî dane, rapora bersivdanê dibêje: Hikûmeta herêma Kurdistanê amade ye ji bo radestkirina girtiyên DAIŞî, hevkariyê li gel hikûmeta federal bike. Di vî warî de, li ser daxwaza serokatiya civata wezîran û bi hemahengiya li gel aliyên peywendîdar ên hikûmetê, bi taybetî jî wezareta kar û karûbarên civakî û UNAMIyê, hemahengî berdewam dike. Ji bo vê arancê jî civînên pêwîst berdewam dikin. Lê heta niha hikûmeta federalî ji bo radestkirina wan kesên bi tometa terorê hatine girtin, bi şêweyekî fermî rêkarên yasayî pêk neaniye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1275 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:46:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x