Çavkaniyê pilebilind ê Wezareta Petrolê ya Iraqê ji Rûdawê re eşkere kir, “Şandina petrola Herêma Kurdistanê bi hevahengiya Wezareta Petrolê ya Iraqê û di çarçoveya yasaya budceyê de ye. Bi vî awayî yasaya budceyê di mijara hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de ji sedi 100 hatiye cîbicîkirin û ti pirsgirêk nînin.”
Her wiha da zanîn, “Piştî ku ew rêjeya petrola Kurdistanê ji parzûngehên navxwe re hat dayîn, firotin û hinardekirina petrola Kerkûkê dest pê kir lê vê carê bi rêya Besrayê.”
Çavkaniyê pilebilind ê Wezareta Petrolê ya Iraqê li ser hinardekirina petrola Kurdistanê ji bo jî Tirkiyê anî ziman, “Tirkiyê heta niha bi fermî bersiva Iraqê ji bo destpêkirina firotina petrola Kurdistanê nedaye lê ti hincet nemane û Iraq û Herêma Kurdistanê di warê teknîkî de amade ne.”
Li gor çavkaniyê pilebilind ê Wezareta Petrolê ya Iraqê, Wezareta Petrola Iraqê çend girêbestên nû ji bo firotina petrola Kurdistanê bi çend kompanyayên navdewletî re îmze kiriye.