Hinardekirina petrola Kurdistanê di nava 48 saetan de dîsa destpê dike

Wezareta Petrola Iraqê ragihand ku di heyama 48 saetan de dê hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê bike.

01.04.2023, Cts - 16:44

Hinardekirina petrola Kurdistanê di nava 48 saetan de dîsa destpê dike
Nuçe Belav bike

Wezareta Petrola Iraqê ji Rûdawê re ragihand, di heyama 48 saetan de dê hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê bike.

Li gor zanyarîyandê odeyeka hevbeş bi endamîtiya Wezareta Çavkaniyên Sirûştî yên Herêma Kurdistanê û kompanyaya bazarkirina petrola Iraqê –SOMO bê avakirin ku ji firotina petrola Herêma Kurdistanê berpirsiyar be.

Tê çaverêkirin ku rêkeftina navbera her du aliyan a derbarê hinartina Herêma Kurdistanê de îro yan sibe bi fermî were îmzekirin û bi daxwaza destpêkirina hinartina petrolê radestî Tirkiyê were kirin.

Çavkaniyên ku zanyarî dane dibêjin ku, "Hewlêr û Bexda dê gavên pêwîst yên ji wan tê hêvîkirin bavêjin û ew dê li benda bersiva Enqerê bin."

Li gor zanyariyên ku ji jêderên agahdar û bilind hatine destxistin, duh înê 31ê adara 2023an civîneke erênî li navbera nûnerên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê hebû û tê de li ser şêwazeke nû ya firotina petrola Herêma Kurdistanê bi rengê hevpar li hev kirin.

Dê çend civînên din li pey vê rêkeftinê bên bona lihevkirin li ser zelalkirina girêbestên petrolê yên Herêma Kurdistanê û peydakirina kiryarên nû bi rengê hevbeş ji bo petrola Herêma Kurdistanê li bendera Ceyhanê. Bi vî awayî ev rêkeftin dê piştrastiyê bide şirketên berhemhêner û kiryarên petrola Herêma Kurdistanê.

Di bersiva emaileke Rêveberê Ofîsa Rûdawê li Washingtonê Diyar Kurde de, Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka ragihand "Me bang li hikûmetên Tirkiye û Iraqê kir ku hinardekirina petrolê bi rêya boriya petrola Iraq-Tirkiyê ji nû ve bidin destpêkirin. Qutkirina dabînkirina enerjiya cîhanê xizmeta berjewendiya tu kes û aliyekê nake."

Wezareta Derve ya Amerîka her wisa dibêje, "Wek çawa di meha sibatê de, Komîteya Bilind a Hevahengiya Amerîka û Iraqê li Washingtonê daxwaz kir, berpirsên Amerîka berdewam in li ser daxwazkirina ji berpirsên hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku pirsgirêka budce û hîdrokarbonê bi awayekî çareser bikin ku sûda wê ji bo welatiyên Iraqê hebe, bi wî rengê ku destûra Iraqê daxwaz dike."

Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê Asim Cîhad ji rojnameyê re ragihand, di demeke nêzîk de şandeke bilind a hikûmeta Iraqê dê serdana Enqerê bike.

Cîhad got, "Ne aliyê Tirkiyê û ne jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryara dadgeha tehkîmê red nekir" û diyar kir ku ev biryar dê rê li ber "destpêkeke nû" ji aliyan re veke.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 254 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:20:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x