'Hinartina petrola Kurdistanê dê dest pê bike'

Cîgirê Serokê Lijneya Petrol û Gazê ya Parlamentoya Iraqê ragihand ku biryara rawestandina hinartina petrola Herêma Kurdistanê bo bendera Ceyhanê ya Tirkiyê demkî ye û îro yan sibe dê hinartina petrolê dîsa dest pê bike.

26.03.2023, Paz - 16:11

'Hinartina petrola Kurdistanê dê dest pê bike'
Nuçe Belav bike

Cihgirê Serokê Lijneya Petrol û Gazê ya Parliyamenta Iraqê ragihand, ku biryara rawestandina hinardina petrola herêma Kurdistanê bo bendera Ceihan a li Turkiye demkî ye û dê evroj yan jî sibê bi biryar û rêkevtina navbera şandeya herêma Kurdistanê û hukûmeta Iraqê dest pê bike heta ku reşnivîsa qanûna bûdceyê tê pesendkirin.

Îro Yekşemê Cîgirê Serokê Lijneya Petrol û Gazê ya Parlamentoya Iraqê Nehro Rewandizî di bareya rawestandina hinardina petrola herêma Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhanê ya Turkiyeyî Rûdawê re ragihand "Şandeke Herêma Kurdistanê dê îro serdana Bexdayê bike û yek ji mijarên herî sereke ku dê bêne gotûbêjkirin dê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê be.”

Herwiha Rewandizî got "Li gorî zanyariyan dê îro di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de lihevkirinek were çêkirin da ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê berdewam bike heta ku parlemento reşnivîsa bûdceya sala 2023an pesend bike û biryar wê bê dayîn."

Rewandizî tekez kir û dibêje "Ez piştrast im ku rêkeftin dê pêk were, îro yan sibe hinartina petrola Herêma Kurdistanê dê bi rêjeya berê dest pê bike." Got jî: piştî pesendkirina proje bûdceyê, rêkeftina di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya li ser petrolê dê cîbecî bibe û petrol bi rêya SOMOyê bê firotin.

Şeva 24ê Adarê Dadgeha Bazirganiya Navdewletî ya Parîsê biryara doza ku Iraqê li dijî Tirkiyê vekiriye ji medyaya cîhanê re ragihand. Dadgehê biryar da ku nabe bêyî destûra hikûmeta federal a Iraqê, keştiyên petrolê yên wî welatî ji benderên Tirkiyê ber bi bazarên cîhanê ve biçin.

Roja Şemiyê Wezareta Samanên Sirûştîya Herêma Kurdistanê di beyannameyekê de ragihandiye, ku ew dê li ser daxwaza dadgeha Parîsê şandina petrola herêma Kurdistanê û Kerkûkê bi rêya borîyan bo Turkiyeyê rawestînin.

Roja Şemiyê Wezareta Samanên Sirûştîya Herêma Kurdistanê di derbarê rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û Kerkûkl bi rêya boriyê bo Tirkiyê li ser daxwaza dadgeha Pasrîsê ragihand "Biryara dadgeha Fransayê ya li gorî berjewendiyên hikûmeta Iraqê û li dijî Tirkiyeyê, wê li pêşiya têkiliyên me yên bi hikûmeta Bexdayê re nebe asteng. Di vê çarçoveyê de emê careke din serdana Bexdayê bikin û li ser mijarên pêwendîdar gotûbêj bikin û çareser bikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di twîtterê de wiha got “Têgihîştina me ya vê dawiyê ya ligel Bexdayê, bingeheke baş e ji bo çareserkirina kêşeyên girêdayî biryara dadgehê ya îro. Tîmeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê sibê (Yekşem) serdana Bexdayê bike û li ser esasê niyeteke baş gotûbêjên me berdewam bikin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 443 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:37:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x