Hişyarî li ser têkçûna peywendiyên Hewlêr û Bexdayê tê dayîn

Çavdêrekî siyasî dibêje, peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê roj bi roj lawaz dibin, ji ber ku aliyên Hevpeymaniya Rêvebirina Dewletê ji rêkeftinan vekişiyane.

31.08.2023, Per - 07:50

Hişyarî li ser têkçûna peywendiyên Hewlêr û Bexdayê tê dayîn
Nuçe Belav bike

Cîbicînekirina yasaya bûdceyê, peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de aloztir kiriye, di demekê de ku çavdêr dibêjin, Hikûmeta Federal siyaseta birçîkirina Herêma Kurdistanê bikar tîne û mûçeyê karmend û para xelkê Herêmê ji budceyê naşîne.

Şirovekarê siyasî Bêwar Rehman ji ajansa K24ê re ragihand, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê ber bi xirabiyê ve diçin û roj bi roj lawaz dibin, ji ber ku hin serkirdeyên aliyên Şîe yên di Hevpeymaniya Rêveberina Dewletê de rêkeftinê pêkanîna hikûmeta Sûdanê cibicî nakin.

Bêwar Rehman cîbicînekirina rêkeftinê ji aliyê aliyên Şîe ve bi propagandaya hilbijartinan ve girê dide û dibêje, ev alî kar li ser bêparkirina xelkê Kurdistanê ji mafên darayî dikin, bi vî awayî jî dixwazin vê mijarê ji bo bangeşeya hilbijartinên encumenên parêzgehan bikar bînin.

Got jî: “Li Bexdayê nêrînek heye ku hewl didin Herêma Kurdistanê nehêlin û rûbirûyê Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bibin, ji ber wê jî naxwazin ti biryarekê bidin ku bandorê li dengên wan di hilbijartinan de bike.”

Beşek din ji rêkeftina pêkanîna hikûmeta niha ya Iraqê, vegera Kurdan bo Kerkûk û deverên din e, ew rêkeftin jî bi derdê yasaya bûdceyê ve çû, ku ev yek di reftarên alîgirên Heşda Şeibî de tê dîtin, ku li dijî wê rêkeftinê, riya Hewlêr – Kerkûkê girtine.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 728 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:40:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x