Îranê bi 3 dronan êrîşî gundekî ser bi qezaya Çomanê ya parêzgeha Hewlêrê ve kir û malek hat armanckirin. Di êrîşê de du dronên bombekirî bi malê de hatine teqandin û kesek birîndar bûye. Qaymeqamê Çomanê yê bi wekalet dibêje, ji tirsa êrîşa Îranê gundiyan gundê xwe vala kirine.
Dema du rojane ku Îran bi topxaneyê û dronan êrîşî devera Balekayetî ya ser bi qezaya Çomanê dike.
Li gor agahiyan, roja Yekşembê Îranê bi dronan êrîşî gundê Werde li qezaya Çomanê kir ku tenê 4 kîlometran li navenda qezaya Çomanê dûr e û li wî gundî malek kire armanc.
Muxtarê gundê Werde, Ebdulsitar Werdî ji Rûdawê re ragihand, “Werde taxeke Çomanê ye, tenê navê wê gund e, lê gund qelebalix e û 120 mal lê dijîn. Lê niha hemû 10 kes lê nemane û ber bi Çomanê ve reviyane.”
Li wê mala ku hatiye armanckirin, parçeyên wan dronan tên dîtin ku xwe bi malê ve teqandine. Di encama êrîşê de zirarek mezin gihîştiye malê û derdora wê.
Nişteciyekî gundê Werde yê bi navê Ebdulrezq Werdî , “du ji dronan teqiyan lê yek neteqiya. Li piştî malê şewat derket, xelk çûn û agir vemirandin, paşê xelk ber bi Çomanê ve reviyan û berdewam telefonê dikin daku bizanin em silametin.”
Piştî armanckirina wê malê li gundê Werde, dronên Îranê yên çavdêrîkirinê bi awayekî berdewam li esmanê deverê firiyane.
Ji ber dengê bihêz ê bombebaranê û dûkela zêde ya piştî êrîşê û herwiha firîna berdewam a dronên Îranî li esmanê deverê, xelkê deverê gelek tirsiyane.
Qaymeqamê Çomanê yê bi wekalet Ebdulwehab Mehmûd ji, demjimêr 11:00 sibeha îro xaniyekê li gundê Werde hat armanckirin.
Ebdulwehab Mehmûd got, “Vê carê navenda avedaniyê hatiye bombebarankirin, xelk ditirsin ku careke din dubare bibe û neheq jî nînin, ji ber ku bi dubarebûna wê dê zirareke mezin bigihe xelkê navçeyê.”
Berpirsê Navenda Pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) Kawe Behramî jî ragihand, ti bargeheke wan li wê navçeyê nîne.
Kawe Behramî got, di bordûmana îro de Îranê xaniyek kiriye armanc, lê ti pêşmerge û baregeheke wan li navçeyê nîne.
Ew 9 roj in Supaya Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê dest bi topabrankirin û bombebarankirina navçeyên Herêma Kurdistanê kiriye. Bi taybetî navçeyên Balekayetî û Biradost ji aliyê Îranê ve hatine topbarankirin û ji ber wan êrîşan heta niha xelkên 9 gundan aware û koçber bûne.