Wezîrê Tendirustiyê aşkere kir: 9 kuştî û 32 birîndarên êrîşa Îranê hene

Îranê îro êrîşî çend binke û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de kir.

28.09.2022, Çar - 08:09 [ Güncellenme: 28.09.2022, Çar - 13:28 ]

Wezîrê Tendirustiyê aşkere kir: 9 kuştî û 32 birîndarên êrîşa Îranê hene
Nuçe Belav bike

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê aşkere kir, di êrîşên îro yên Îranê de bo ser binke û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê de heta niha 9 kesan canê xwe ji dest dane.

Sibe îro Çarşembê 28ê Îlona 2022an Îranê hejmarek binke û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de bombebaran kirin.

Li gor agahiyan, di êrîşên îro de binke û baregehên Komeleye Zehmetkêşên Kurdistana Îranê li Zirguwêz a parêzgeha Silêmaniyê, Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) li navçeya Koye ya Hewlêrê, û Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) li Şêrawa ya Pirdê li ser rêya Kerkûk-Hewlêrê hatine armanckirin.

Di encama êrîşên mûşekî û bi dron ên Îranê de hejmarek kuştî û birîndar hene.

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê, Saman Berzincî herî dawî di bultena saet 15:00an a Rûdawê TV de ragihand, di encama êrîşên Îranê de 9 kesan canê xwe ji dest dane û 32 kes jî birîndar bûne.

Nerina Azad. Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 366 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:40:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x