Berdevkê Ofîsa Serokwezîr Heyder Ebadî da xuyakirin ku bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê karekî nedestûrî ye û ew tevgerîna yekalî red dikin.
Seîd Hedîsî di daxuyaniya ku ji bo televizyona Rûdawê daye de diyar kir, li herêmên nakok ku hîn li gor destûra Iraqa Federalî li ser wan biryar nehatiye dayîn nabe ala Kurdistanê li kêleka ala Iraqê were hildan.
Seîdî wiha axivî: "Yasaya rêveberiya parêzgehan Herêma Kurdistanê li xwe nagire û xwediyê parlamento, hikûmet û yasaya taybet a xwe ye. Ji ber wê jî Ala Kurdistanê li kêleka Ala Iraqê hatiye bilindkirin û ti pirsirêkek jî nîne. Lê belê bo parêzgehên din ev yek berovajî destûr û yasayên heyî ye."
Hedîsî li ser bertekên Tirkiyê yên li ser hildana ala Kurdistanê li Kerkûkê jî got: "Ev yek mijareke navxweyî ye û ti pêwendî bi ti welatên din ve nîne."