Iraqê jibo vekişîna Kerkûkê 48 saet mohlet dan Pêşmergeyan

Berpirsekî ji Hêzên Pêşmerge ku nexwest navê xwe eşkere bike ragihand ku Hikûmeta Iraqê 48 saet mohlet dane wan daku ji Kerkûkê vekişin û Pêşmerge jî ketine rewşa amadebaşiyê û dê berevaniYê bike.

13.10.2017, Cum - 10:28

 Iraqê jibo vekişîna Kerkûkê 48 saet mohlet dan Pêşmergeyan
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya ajansa Spûtnîkê de cih digire Çavkaniyeke ku nexwest navê xwe eşkere bike ji peyamnêrê Spûtnîk Kurdistanê re ragihand ku Hikûmeta Iraqê 48 saet mohlet dane Hêzên Pêşmerge daku ji Kerkûkê vekişin û wê ji Artêşa Iraqê re bi cih bihêlin.

Yekîneya Çapemeniyê ya Artêşa Iraqê di rûpelê xwe yê Facebookê de daxuyaniyek belav kiribû û gotibû: "Yekîneyên me hîn jî li herêmên ku hatine rizgar kirin lêkolînan û paqijiyê dikin. Em saziyên çapemeniyê hişyar dikin ku di raya giştî de, dibin sedeme tevliheviya hişê mirovan. Em her kesî vedixwînin ku agahiyên ji çavkaniyên fermî tên bikarbînin."

"PÊŞMERGEYAN TI SENGER RADEST NEKIRIN"

Herwiha heman çavkaniyê diyar kir ku Hêzên Pêşmerge ji gundên Beşîr û Tazyeê vekişiyan ji ber sedemên taktîkî ne û ji bo li sengerên qayimtir bi cih bibin.

Çavkaniyê destnîşan kir ku Hêzên Pêşmerge hejmara pêşmergeyan zêde kiriye û di amadebaşiyê de ye ku ew ê êrîş nekin lê tenê dê berevaniyê bikin.

Fermnadarê Lîwaya 70yê Cafer Şêx Mustefa jî ji medyaya Herêma Kurdistanê re ragihand ku Hêzên Pêşmerge di rewşa amadebaşiyê de ye ji bo berevaniyê û teqez kir ku wan ti senger radest nekirine.

Li gorî agahiyên ku peymanêrên me bi dest xistine lê nehatine piştrastkirin, ihtimal heye îro rayedar û serkirdayetiyên kurdistanî serdana bajarê Kerkûkê bikin.

ÇI BÛBÛ?

Duh bi şev, 0Şewirmendê Serokê Herêma Kurdistanê yê berpirsê Pêwendiyên Siyasî Hêmin Hewramî, li ser hesabê xwe yê medya civakî yê Twitterê ragihandibû, "Agahî hene ku hêzên Heşdî Şeibî li Beşîr û Tazayê yên li başûrê Kerkûkê kom bûne. Plan dikin ku êrîşî beşeke ji Kerkûkê û zeviyên petrolê bikin."Herwiha ajansa nûçeyan a Fransî (AFP) jî vê sibê tomar kiribû ku Artêşa Iraqê ji bo Kerkûkê kontrol bile operasyon daye destpêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1106 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:24:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x