Îro 62yemîn salvegera Şoreşa Îlonê ye

Îro salvegera destpêkirina şoreşa mezin a Îlonê ya bi rêberiya Barzaniyê Nemir e,

11.09.2023, Pts - 07:11

Îro 62yemîn salvegera Şoreşa Îlonê ye
Nuçe Belav bike

Îro salvegera destpêkirina şoreşa mezin a Îlonê ya bi rêberiya Barzaniyê Nemir e, ku şoreşeke seranserî bû û çendîn destkeftên netewî û niştimanî ji bo gelê Kurdistanê pêk anîn, bi taybetî rêkeftina dîrokî ya 11ê Adarê, ku rejîma Beis neçar ma, hinek mafên netewî yên xelkê Kurdistanê qebûl bike.

Piştî ku Serokwezîrê wê demê yê Iraqê Ebdulkerîm Qasim, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) wek partiyeke eşkere û yasayî betal kir û ji sozên xwe yên li ser mafên Kurdan di çarçoveya Iraqê de vegeriya, Kurd bi neçarî dest bi xebata siyasî ya nepenî û xebata çekdarî kir, Şoreşa Îlonê bi rêberiya Mela Mistefa Barzanî di 11ê Îlona 1961ê de hat ragihandin.

Xebata serdema Şoreşa Îlonê dijwar bû, cîhan du alî bû ji aliyê her du welatên zilhêz Amerîka û Sovyetê ve, lê belê şoreşa Kurdan şoreşeke mezin bû. Pir wext derbas nebû ku şoreş ji Xaneqînê gihişt heta Zaxo. Kurd hemû ji bo qubanîdanê amade bû, roj bi roj baweriya xelkê bi Barzanî û şoreşê bihêztir dibû.

Yekem berhema vê şoreşê ku di dîrokê de hatiye nivîsandin, rêkeftina 11ê Adara 1970ê bû, ku gotûbêjên sala 1991ê jî ligel desthilata Bexdayê, li ser bingeha wê rêkeftinê bû.

Beriya destpêkirina şoreşê, Kurd dihatin çewisandin û ti mafekî wan ê netewî tunebû, mafê xwendina bi zimanê Kurdî tunebû. Nikaribûn şanazî bi nasnameya xwe bikin. Iraq ji qebûlkirina mafên ku di dema damezrandina sîstema komarî de pejirandibû, vegeriya.

Rêkeftina Cezayîrê ya 6ê Adara 1975an, mezinbûna Şoreşa Îlonê derxist holê, ku desthilatdarên Iraqê bi tenê nedikariyan şoreşê têk bibin û dawîli xebata Kurd a ji bo gihiştina mafên xwe bînin.

Her çiqas rêkeftin bi temamî nehat cîbicîkirin, lê cîbicîkirina beşek ji rêkeftinê destkefteke mezin bû, bi taybetî di warê xwendina bi zimanê Kurdî de.

Rêkeftin di encama du sal gotûbêjên sift ên navbera serkirdetiya siyasî ya Kurd û hikûmeta Iraqê de hate bidestxistin, ku herî dawî bi rêkeftinnameyeke 15 xalî bi dawî bû. Li qadeke bajarê Bexdayê bi amadebûna Serokê wê demê yê Iraqê û Serok Barzanî û Îdrîs Barzanî û şandên danûstankar ên herdu aliyan, ew rêkeftin weke destkefta hemû Iraqê hat ragihandin.

Gotûbêjên navbera Şoreş û Partiya Be's gihîştin qonaxeke nû ya dariştina madeyên rêkeftinê heta derengê şevê dirêj bû, demjimêr 23:30ê şeva 10/11ê Adara 1970, Mela Mistefa Barzaniyê Nemir û Sedam Husên îmze kirin.

Li gor rêkeftinê;

- Pêwîst bû di destûrê de weke neteweya Ereb amaje bi neteweya Kurd jî were kirin.

- Gelê Iraqê ji du neteweyên sereke pêk tê, neteweya Ereb û neteweya Kurd, di destûrê de mafên netewî yên Kurdan û mafên hemû kêmneteweyan hat nasîn di çarçoveya yekîtiya Iraqê de.

- Zimanê Kurdî li cem zimanê Erebî, li deverên ku piraniya nişteciyên wan Kurd in, bû zimanê perwerdehî û fêrkirinê.

- Divê cîgirekî Serokomar Kurd be.

- Gelê Kurd bi rêjeya nişteciyên xwe li gor nişteciyên Iraqê, beşdarî desthilata yasan bibe.

Ji bo Kurdan otonomî:

- Beşdarbûna Kurdan di desthilatê de û nekirina cudakariyê di navbera Kurd û Ereban de.

- Ji ber dûrxistina wan di rabirdûyê de Kurdan ji perwerde û fêrkirinê zirar dîtine, ji vî alî ve planek ji bo çareserkirina vê kêşeyê were danîn.

- Ji bo deverên otonomiyê serjimêrî were kirin.

- Vegerandina xwendekarên ku ji dibistanan hatine dûrxistin, an ji ber tundiya li deverên xwe, neçar bûne ku dev ji xwendinê berdin.

- Li televîzyonên hikûmetê weşana bernameyan bi zimanê Kurdî jî hebin û girîngî werin dayîn.

- Qebûlkirina xwendekarên Kurd li zanîngeh û peymangehan û dayîna derfeta xwendinê bi rêjeyeke adilane li derve û li navxwe.

- Berpirs û fermanberên li yekeyên îdarî ku piraniya wan Kurd in, divê Kurd bin, an ji wan kesan bin ku Kurdî baş dizanin.

- Vegerandina Kurdan bo erd û zeviyên xwe û cihên ku berê lê bûn.

- Bilezkirina pêkanîna yasaya çaksaziya çandiniyê li Kurdistanê û sererastkirina bi awayekî ku paktawkirina pêwendiyên derebegî misoger bike û hemû cotkar parçeyên erdên guncaw ji wan re werin dayîn.

Rêkeftina 11ê Adarê destkefteke girîng a Şoreşa Îlonê û xweragirî û qurbanîdana gelê Kurdistanê bû bi rêberiya Mistefa Barzanî ji bo mafên rewa. Ew rêkeftin bûye belgenameyeke yasayî û dîrokî û kevirê bingehê yê hemû destkeftên ku piştre ji bo gelê Kurdistanê pêk hatin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 345 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:53:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x