Îro salvegera raperîna Xaneqînê ye

Îro 11.03.2023ê 23mîn salvegera serhildana Xaneqînê ye, ku 15 rojan ji destê rêjîma Beis hat rizgarkirin, lê piştî çend rojan careke din hat dagirkirin.

11.03.2023, Cts - 09:34

Îro salvegera raperîna Xaneqînê ye
Nuçe Belav bike

Di vê derbarê de, îro Şemiyê 11.03.2023, Serbest Birîzo, Berpirsê Buroya Rêxistinên Komî yên PDKê Şaxa Xaneqînê ragihand: Îro salvegera serhildana gelê Xaneqînê ye.

Sebest Berzo got, yekem şehîdê serhildana Xaneqînê Pêşmergeyekî PDKê yê bi navê Mîthat Mecîd Dara ye ku li nêzîkî sîloyê şehîd bûye.

Rêxistina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya Xaneqînê bi boneya salvegera serhildana 11ê Adara 1970ê û serhildana 11ê Adara 1991ê li dijî rêjîma Beisê daxuyaniyek belav kir.

Daxuyanî wiha ye.

Rêkeftina 11ê Adarê yek ji destkeftên herî geşe di dîroka têkoşîna gelê kurd de, ku bi têkoşîn û qurbanîdana partiya me ya têkoşer û Pêşmergeyên qehreman ên Şoreşa Mezin a Îlonê, mafên rewa yên netewî yên gelê kurd hate bidestxistin. Ev yek ne tenê di dîroka Kurdistanê de, lê di dîroka Iraq û tevahiya herêmê de jî xaleke yekta û mezin bû.

Di vê roja pîroz de, di serhildana girseyî ya gelê me ya bihara sala 1991ê de, xelkê xebatkar, kurdperwer û netirs ê Xaneqînê bi piştevaniya Pêşmerge rabûn ser piyan û êrişî dezgehên zordar ên rêjîma Beis kirin û tomar kirin. Bi xwîn û fedekariyê serbilindiyeke mezin bajar rizgarkirin.

Bi helkefta 53 saliya peymana dîrokî ya 11ê Adara 1970ê û 32emîn salvegera serhildana birûmet a Xaneqînê di sala 1991ê de, bi germî pîrozbahiyê li gelê rûmetê yê Kurdistanê bi giştî lê xelkê wêrek û xebatkarê Xaneqînê dikin.

Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 398 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:17:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x