Ji ber ziyan dîtina bendavekî Wezîrê Av û Çandinî hişyarî da

Piştî erdheja li Herêma Kurdistanê ya bi dijwariya 7.2an Wezîrê Av û Çandinî Ebdulsetar Mecîd kurdistanî hişyar kirin ku malên xwe biterikînin.

13.11.2017, Pts - 07:39

Ji ber ziyan dîtina bendavekî Wezîrê Av û Çandinî hişyarî da
Nuçe Belav bike

Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê Ebdulistar Mecîd ragihand: “Mixabin, ji ber erdhejê ziyan gihiştiye bendava Derbendîxanê. Tîmên endazyariyê niha mijûlê lêkolînê ne da ku bizanin asta ziyanê çi ne. Bi taybet jî di bingeha bendavê de lêkolîn tên kirin.”

Ebdulstar Mecîd di berdevama daxûyaniyê de daxwaz ji hemwelatiyên nêzîkî bendavê jî kir, ku li malên xwe de nemînin.

Herwiha Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî yê Iraqê Hesen Cenabî jî hişyarî da xelkên gund û navçeyên li nêzîkî Bendava Derbendîxanê û xwest ku hemwelatî xwe ji arasteya avê dûr bixin.

Qayimeqamê Derbendîxanê Nasih Mela Hesen jî ragihand, ji ber erdhejê 4 kesan canê xwe ji destdane û bi dehan kes jî birîndar bûne, rewşa hinek birîndaran metirsîdar e. Herwiha hinek xanî hilweşîne û gelekj xaniyan jî ziyan dîtîne.

Şeva derbasbûyî li erdhejekî bi dijwariya 7.6 Rêxterê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê hejand. Erdhej li Iraq, Îran, Kuwêt û Erebîstana Siûdî jî hate hestpêkirin. Li gorî zanyariyan li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê zêdetirî 200 kesan canê xwe ji dest dane û nêzîkî 2 hezar kesan jî birîndar bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1189 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:53:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x