Ji Ebadî daxuyaniya Kerkûkê

Serokwezîrê Iraqê Ebadî li ser biryara hildana ala Kurdistanê daxuyanî da. Ebadîi ji Parêzgarê Kerkûkê û Encûmena Parêzgahê daxwaza hevkariyê kir û got, 'Bangewaziya parastina yekbûna parêzgehê dikim.'

05.04.2017, Çar - 06:50

Ji Ebadî daxuyaniya Kerkûkê
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî di daxuyaniya xwe ya bo Kerkûkê de daxwaza parastina yekîtiya parêzgehê kir û xwest, li gor madeyên yasayan tevbigerin.

Serokwezîrê Iraqê di civîna rojnamevanî ya li Bexdayê de bang li Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm û Encûmena Parêzgahê kir ku ji bo berjewendiya hemû pêkhateyên bajêr ji biryara xwe vegerin.

Ebadî herwiha got, 'Ti fêdeya destûrdana destwerdana derve li karên navxweyî yê Iraqê nîne. Ji bo çareserkirina nakokiyan pêwîste hemû alî hevkariyê bikin.'

Ebadî beriya vê daxuyaniyê di televizyoneke erebî de dabû xuyakirin, bûyera hildana alayê bi zanebûn di medyayê de tê mezinkirin û gotibû, "Nêzî 10 salan e ala Kurdistanê li Kerkûkê li ba ye."

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê di civîna xwe ya 4ê Nîsanê de biryara Parlamentoya Iraqê ya ji bo daxistina Ala Kurdistanê li Kerkûkê red kiribû û biryar standibû referandûma beşdarbûna Kerkûkê bo Herêma Kurdistanê were pêkanîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1207 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:32:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x