Ji HAK-PAR'ê Li Herêma Kurdistan'ê dîtina hilbijartinê

Heyeta ku ji Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan û rêvebirên navendê pêk tê, serdana xwe ya Herêma Federal a Kurdistanê didomîne.

02.05.2023, Sal - 12:11

Ji HAK-PAR'ê Li Herêma Kurdistan'ê dîtina hilbijartinê
Nuçe Belav bike

Heyeta ku ji Serokê Giştî yê HAK-PARê Duzgun Kaplan û rêvebirên navendê pêk tê, serdana xwe ya Herêma Federal a Kurdistanê didomîne.

Şanda HAK-PARê roja 30ê Nîsanê bi Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistan - Îran (PDK-Î) Mistefa Hicrî û şanda pê re civiya.

Sekreterê Giştî yê PDK-Î da zanîn ku serkeftina Erdogan an jî Kiliçdaroglu ya di hilbijartinên 2023’an de ji bo Kurdan ti ferqê nake û wiha berdewam kir: “Bendewariya me heye ku Kurd li Bakur tifaqê bikin. Em qîmetê didin hewldanên we yên di vî warî de. Ji ber ku li Tirkiyê nifûsa kurdan pir e, çav û guhên me li wir in. Her gav, erênî an neyînî, dê bandorê li beşên din jî bike. Di vê wateyê de em girîngiyê didin beşdarbûna HAK-PAR'ê ya hilbijartinê û xebatên wê."

Kaplan, bal kişand ser hilbijartinan; Wî got ku dengên ku HAK-PAR dê di hilbijartinên 14ê Gulanê de werbigire girîng e û dê kurdan bike aktorek e sereke. Kaplan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Li Tirkiyeyê rêya siyaseta legal zelal e. Ev yek ji bo me girîng e û di vê çarçoveyê de hewla me jî avakirina tifaqeke netewî ye.”

Şanda PDKÎ

- Mistefa Hicrî: Berpirsê nawenda rêveberiya giştî a PDKÎ

- Mistefa Mewlûdî: Endamê nawenda rêveberî

- Mihemednezîf Qadirî: Endamê nawenda rêveberî

- Rostem Cihangîrî: Kadrê rêveberiyê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 703 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:50:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x