Ji Kerkûkê gaveke din: Bajar vedigere ser Herêma Kurdistanê!

Endamên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê daxwaz dikin vê carê jî mijara vegerandina Kerkûkê ya ser Herêma Kurdistanê bixin dengdanê. Endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Îbrahîm Xelîl jî eşkere kir, ku ji bo vê armancê îmzeya 22 endaman hatiye komkirin.

01.04.2017, Cts - 08:35

Ji Kerkûkê gaveke din: Bajar vedigere ser Herêma Kurdistanê!
Nuçe Belav bike

Di sala 2008ê de Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ji sêyan duyên dengan biryara vegerandina parêzgeha Kerkûkê bo ser rêveberiya Herêma Kurdistanê da. Wê demê biryar bi destûrî nehate hejmarkirin.

Niha ji 41 endamên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, 22 endam piştgiriyê didin vê hewldanê. Ji bo ji sêyan duyên dengan bê bidestxistin, Lîsteya Biratiyê hewl didide ereban razî bike da ku deng bidin vê pêşniyarê.

Biryara bilindkirina Ala Kurdistanê li tevahî sazî û dezgehên Kerkûkê ji bo Lîsteya Biratî ceribandineke mezin giring bû. Endamên Lîsteya Biratiyê bi vê pêngavê ranawestin û dixwazin ji bo siberoa bajêr gaveke din bavêjin.

Endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Îbrahîm Xelîl, ji bo rûniştineke din a biryardana derdarê vegera Kerkûkê bo ser Herêma Kurdistanê, 22 îmze komkirine.

Derbarê mijarê de Îbrahîm Xelîl ji Rûdawê re ragihand; “Me 22 îmze komkirine. Emê vê daxwazê careke din bidin aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê da ku li ser kar bikin. Ev daxwazeke destûrî û rewa yê me ye. Me di dema xwe de soz dabû dengdêrên xwe da ku Kerkûkê vegerînin ser Herêma Kurdistanê.”

Eger daxwaza van 22 endaman serbikeve, dibe duyemîn biryara Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ku pêşkeşî Herêma Kurdistanê dike. Hikûmet jî ji bo heman armancê amadekariya projeyekê dike.

Rêveberê Desteya Deverên Kurdistanê yên li Derveyî Rêveberiya Herêma Kurdistanê, Nesredîn Sindî jî ji Rûdawê re ragihand; “Emê projeyekê amade bikin û pêşkeşî Civata Wezîran bikin da ku bikarin demek ji ya din zûtir vê gavê biavêjin. Ma emê heta kengî li hêviya Bexdayê bin? Dem hatiye em li Herêma Kurdistanê gavekê biavêjin.”

Li gorî zanyariyên Rûdawê Encûmena Parêzgeha Hewlêrê di biryara bilidnkirina Ala Kurdistanê de li benda helwesta Hewlêrê bû. Piştî bi erênî pêşwazîkirina Serokatiya Herêmê û Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Encûmena Parêzgeha Kerkûkê amadekariyan dike da ku bêyî vegera Bexdayê vê pêngavê biavêje.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1231 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:18:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x