Ji Macron jibo Serok Barzanî pesndan!

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, di derbarê rola Serokê Herêma Kurdistan Mesûd Barzanî ku heyama Serokatî kiriye heya niha bi pesnan anîn ziman.

31.10.2017, Sal - 07:23

Ji Macron jibo Serok Barzanî pesndan!
Nuçe Belav bike

Qesra Elysee ya Serokomariya Fransayê li ser biryara Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ji bo devjêberdana peywira serokayetiyê daxuyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin, "Serokomar, Serokê Herêma Kurdistanê ya Iraqê birêz Mesûd Barzanî ji ber rola wî ya dîrokî pîroz dike û silavê li Hêzên Pêşmerge dike, ku wan di şerê li dijî DAIŞê de roleke berz lîst."

Serokomariya Fransî di berdewamiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser têkiliyên dostane yên navbera Fransa û Kurdistanê û got, "Fransa her tim di çarçoveya Destûra Bingehîn a Iraqê de ji bo naskirina mafên Kurdan dixebite. Hilbijartinên li herêmê dê demokrasiya Kurdistanê xurtir bikin."

Di daxuyaniyê de behsa kêşeyên navbera Iraqê û Herêma Kurdistanê de jî hat kirin û daxuyanî wisa hat berdewamkirin: "Serokomar daxwaz dike ku bi piştevaniya Neteweyên Yekbûyî li Iraqê aşitiyeke mayînde pêk were û ji bo vê yekê bang li Rêveberiya Herêma Kurdistanê û saziyên federal ên Iraqê dike ku ji operasyonên leşkeri dûr bisekinin û rêya diyalogê bi kar bînin."

K24
Vî nûçeyê tevayî: 975 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:20:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x