Ji Serok Barzanî Peyamên girîng...

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku tenê du hefte man ku gelê Kurdistanê biryar li çarenivîsa xwe bide û dengê xwe bigihîne cîhanê.

11.09.2017, Pts - 06:52

Ji Serok Barzanî Peyamên girîng...
Nuçe Belav bike

Barzanî got: "Divê navendên biryarê li cîhanê dengê gelê Kurdistanê bibihîsin."

Barzanî îro bi helkevta pênce û şeşemîn salvegera destpêkirina Şoreşa Îlonê bi serkirdatiya rêberê nemir ê netewî Mela Mistefa Barzanî, peyamek weşand. Barzanî di peyama xwe de dibêje ku îsal salvegera Şoreşa Îlonê di demekê de ye ku tenê du hefte mane heta ku gelê me biryara xwe ya ji bo serbestî û azadiyê bi hemû cîhanê rabigihîne û mizgîniyê bide hemû şoreş û şehîd û qurbaniyên Kurdistanê.

Mesûd Barzanî di peyama xwe de got: "Îro salvegera 56emîn saliya destpêkirina şoreşa mezin a Îlonêye, şoreşek ku bawerî bi xwebûn û îrade di dilê hemû takekî Kurdistanê de dirust kir. Îsal salvegera şoreşa Îlonê di demekê de ye ku tenê du hefte mane heta ku gelê me biryara xwe ya ji bo serbestî û azadiyê bi hemû cîhanê rabigihîne û mizgîniyê bide şoreşa Îlonê û hemû şoreş û berxwedanên dinên gelê me, berhemê wan hemû qurbanîdan û xweragiriyê biçîne. Gelê Kurdistanê şoreşa "Belê ji bo serxwebûnê" dest pê kiriye û di 25ê Îlonê de, dîrokekî nû tomar dike."

Di beşeke din a payama xwe de, Barzanî diyar dike, ku hemû berxwedan û şoreşên gelê Kurdistanê ji bo azadî û serxwebûnê bûne û tekez kir, ku nabe xwîna law û xortên Kurd ku bi neheqî rijiaye, bê encam bimîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2909 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:23:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x