Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî malbat û kesûkarên Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê û xwediyê madalyaya Barzaniyê Nemir, Mihemed Emîn Feqê Hesen Dergeleyî kir

30.06.2022, Per - 15:26

Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî malbat û kesûkarên Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê û xwediyê madalyaya Barzaniyê Nemir, Mihemed Emîn Feqê Hesen Dergeleyî kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Ez sersaxiyê li malbata têkoşerê naskirî û Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê û xwediyê madalyaya Barzaniyê Nemir, Mihemed Emîn Feqê Hesen Dergeleyî dikim û hevbeşê xema wan im.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Rehmetî Mihemed Emîn Dergeleyî pêşmergeyekî qehreman ê Komara Kurdistanê ya li Mehabadê û yek ji yawerên Barzaniyê Nemir bo Yekîtiya Sovyetê bû. Xwedayê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebr û aramiyê bide kesûkar û hevalên wî.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 496 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:24:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x