Kerkûk ji bo ala Kurdistanê biryara xwe ya dawî dide

Hat ragihandin ku rêvebiriya Kerkûkê dê roja sêşemiyê biryara xwe ya dawîn derbarê bilindkirina ala Kurdistanê li ser saziyên fermî yên vî bajarî bide.

27.03.2017, Pts - 06:02

Kerkûk ji bo ala Kurdistanê biryara xwe ya dawî dide
Nuçe Belav bike

Li gorî zanyariyên berdest, roja sêşemiyê 28ê Adara 2017ê, Encumena Parêzgeha Kerkûkê derbarê hildana ala Kurdistanê li ser hemû sazî û dezgehên fermî yên li wê parêzgehê de, bicive û biryara dawîn a li ser vê mijarê bide. Parêzgariya Kerkûkê jî li ser bilindkirina ala Kurdistanê li tevahiya Kerkûkê rijd e û tekez dike ku encumena parêzgehê dê wê biryarê pesend bike û bike biryareke fermî.

Di bareya vê mijarê de, Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di daxuyaniyekê de ragihand: "Encumena parêzgehê civînê dike û deng li ser dide ku deng li ser hat dayîn, me jî daxwaz kiriye ku bûdce jê re were terxankirin, daku li hemû fermangehên me, ala nû ya Iraqê û Ala Kurdisanê bi hev re werin hildan."

Cebheya Turkmenî ya Iraqê (ITC) dijî biryara bilindkirina ala Kurdistanê li parêzgeha Kerkûkê sekiniye û li ser wê mijarê hişyarî daye aliyên kurdî û parêzgar Necmedîn Kerîm. Ji aliyekê din ve pêkhateya Ereb a li parêzgeha Kerkûkê dê beşdarî di civîna Encumena Parêzgeha Kerkûkê de bike, lê belê nûnerên ereban jî amade nînin ku dengê erê li ser bilindkirina ala Kurdistanê bidin û hemû hewlên ji bo wê çend jî weke pêngavên berovajiyê destûra Iraqê dibînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1386 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:31:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x