Keşnasî: Îro li Herêma Kurdistanê pileya germê dê bigihe 51 pileyî

Keşnasiya Herêma Kurdistanê ragihand, li gorî pêşbîniya îro li Germiyanê dê pileya germê bigihe 51 pileyan.

07.07.2023, Cum - 14:21

Keşnasî: Îro li Herêma Kurdistanê pileya germê dê bigihe 51 pileyî
Nuçe Belav bike

Keşnasiya Herêma Kurdistanê ragihand, li gorî pêşbîniya îro li Germiyanê dê pileya germê bigihe 51 pileyan. Li gor pêşbîniyên Keşnasiya Herêma Kurdistanê, dibe ku îro roja herî germ a havîna îsal be.

Navenda Keşnasiyê ragihand ku li Herêma Kurdistana îro pileya germayê, li gorî duh wê yek heta sê pileyan bilindtir bibe.

Li gorî pêşbîniyên Keşnasiya Herêma Kurdistanê, pileya herî zêde ya germahiyê, dê li sînorê îdareya Germiyanê be û bigihe 51 pileyan, dê pileya herî kêm jî li Hacî Omeranê be û tê pêşbînîkirin ku 31 pile be.

Pisporê Keşnasiyê Aras Cebar ji Rûdawê re got, roja Şemiyê pêla germê kêm dibe û dê yek heta du pileyan dakeve.

Pileyên germahiyê li gor pêşbîniya Keşnasiya Herêma Kurdistanê:

Hewlêr: 45 pile

Silêmanî: 43 pile

Duhok: 44 pile

Kerkûk: 50 pile

Helebce: 46 pile

Hacî Omeran: 31 pile

Zaxo: 45 pile

Soran: 43 pile

Germiyan: 51 pile

Berdevkê Wezareta Veguhastin û Ragihandinê ya Herêma Kurdistanê, Dîlan Reşad îro ji ajansa Rûdawê re ragihand, “îro dê pileyên herî germ ên îsal bên tomarkirin. Li navçeyên Germiyanê heta Xaneqîn û Kelar û cihên din dê bigihe 50 û 51 pileyî.”

Dîlan Reşad herwiha got, “Ev germa dê heta roja Şemî û Yekşemê bidome, lê dê ji roja Duşemê ve çar heta pênc pileyan dakeve, ji Pêncşem û Îniya pêş me ve dê pileya germê dîsan bilind bibe.”

Berdevkê Wezareta Veguhastin û Ragihandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar jî kir, ku Herêma Kurdistanê di bin bandora keşûhewaya cîhanê û guhertinên wê de ye, lê pêla germê ya îro û heftiya bê, bi “germa demsalî ve girêdayî ye.”

Li Germiyanê ku Xaneqîn, Gulala, Meydan, Kelar, Kifrî, Rizgarî û gelek deverên din li xwe digire, germahî digihe 50 pileyî û zêdetir jî, ew di demekê de ye ku rêjeya keskatiya li herêmê ji %5 kêmtir e.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 521 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:06:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x