Klaus Streicher: Alîkariyên Almanyayê yên ji bo Kurdên Êzidî dê berdewam bikin

Konsulê Almanyayê yê Hewlêrê Klaus Streicher diyar kir ku alîkariyên Almanyayê yên ji bo Kurdên Êzidî dê berdewam bikin.

25.06.2024, Sal - 15:44

Klaus Streicher: Alîkariyên Almanyayê yên ji bo Kurdên Êzidî dê berdewam bikin
Nuçe Belav bike

Klaus Streicher li “Konferansa Lalişê ya Aştî û Bihevrejiyanê” axivî.

Klaus Streicher di destpêka axaftina xwe de amaje bi Komkujiya Şingalê kir û da zanîn ku Almanya wê komkujiyê ji bîr nake û alîkariyên Almanyayê ji bo Kurdên Êzidî dê berdewam bikin.

"Me hembêza xwe ji gelek Êzidiyan re vekir"

Klaus Streicher behsa wergirtina penaberên Kurdên Êzidî jî kir û wiha got:

“Ez gelekî şanaz im ku wekî nûnerê Almanyayê li vê konferansê me.

Em wan tawanên li hemberî Êzidiyan hatine kirin ji bîr nakin û tohmetbar divê bên darizandin.

Me hembêza xwe ji gelek Êzidiyan re vekir. Ez dixwazim careke din li vir ji we re bibêjim.

Almanya rijd e, dê alîkariyên me berdewam bikin û ev xeta sor a Almanyayê ye.

Em dê li dijî tûndiya seksî ya li hemberî Êzidiyan hatiye kirin jî bisekinin û em li serê dixebitin.

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock 2 caran hat Îraqê.

Çû nava kampan û bi jin û keçên Êzidî re hevdîtin kirin û wê bi çavên serê xwe Şingal dît.

Annalena Baerbock çû gundê Koço jî ku beriya bi çend salan komkujiyeke mezin lê hatibû kirin. “

“Divê penaber vegerin ser mal û milkên xwe”

Klaus Streicher behsa behsa darizandina çekdarên DAIŞê jî û kir û wiiha berdewam kir:

“Nabe em wan komkujiyan ji bîr bikin. Belê rast e em nikarin kesên canê xwe ji dest daye vegerînin lê em dikarin ji bo edaletê bixebitin wan tohmetbaran bidin dadgehê.

Parlamentoya Almanyayê sala 2023yan ew kiryarên li dijî Êzidiyan hatine kirin wekî komkujiyê nas kirin.

Ji sala 2014an ve Almanya li Îraqê li ser wê babetê dixebite. Almanya yek ji wan welatên herî li pêş e ku dixwaze ew tohmetbarên DAIŞê bên darizandin.

Ev ji bo aştiyê girîng e ji bo merivên  qurbaniyan jî gelekî girîng e ku ji aliyê derûnî vê ji wê qonaxê derbas bibin.

Li Zanîngeha Dihokê navendek alîkariya derûnî dide wan kesên ji destê DAIŞê rizgar bûne.

Em ji Îraq û Herêma Kurdistanê jî dixwazin alîkariyên wan ên ji bo Êzidiyan berdewam bikin.

Belkî her alî ne ji aliyekî ve lê divê bi hev re û di her warî de alîkariya Êzidiyan were kirin.

Nabe êdî ew li kampan û di çadiran de bimînin.

Pêwîst e zemînek were dîtin û Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo penaber vegerin ser mal û milkên xwe kar bikin.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 92 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:45:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x