Kolanek li Hewlêrê bi navê Pêşmergeyekî Şoreşên Îlon û Gulanê hat binavkirin

Navê cadeyeke sereke ya Hewlêrê bi navê Mela Mihemed Emîn Giwêzlingayî, Pêşmergeyê navdar ê şoreşên Kurdistanê ye ku zêdetirî nîv sedsalê şer kiriye.

07.06.2022, Sal - 07:52

Kolanek li Hewlêrê bi navê Pêşmergeyekî Şoreşên Îlon û Gulanê hat binavkirin
Nuçe Belav bike

Navê cadeyeke sereke ya Hewlêrê bi navê Mela Mihemed Emîn Giwêzlingayî, Pêşmergeyê navdar ê şoreşên Kurdistanê ye ku zêdetirî nîv sedsalê şer kiriye.

Li ser vê yekê, Hîwa kurê mela Mihemed Emîn Giwêzlingeyî ji BasNewsê re got, bi dîtina şeqamek bi navê Mela Mihemed Emîn Giwêzlingeyî li Hewlêrê hest bi dilgeşiya xwe dike.

Mela Mihemed Emîn got: ‘’Bavê wan Pêşmerge û fermandeyê şoreşên Îlon, Gulan û Serhildana Serhildanan bû, beşdarî çendîn şerên navdar li dijî dijminên gelê kurd bû û xwediyê mîdalya nemir Barzanî ye.’’

Derbarê binavkirina kolaneke sereke ya bi navê Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê de jî, Hîwa Mela Mihemed got ku ev yek dê bibe handanek ji bo nifşê dahatû ku bizanin îro çawa hatiye bidestxistin û ev pêngav dilsoziya bi têkoşîna 60 salan e.

Mela Mihemed Emîn Giwêzlingayî di sala 1939an de ji dayîk bûye û di sala 2020an de jiyana xwe ji dest daye, Pêşmergeyê şoreşên Îlon û Gulanê bû, di navbera salên 1961-1972an de berpirsê hêzên pêşmerge di Komîteya Herêma Balakê de bû û bi giranî birîndar bû.

Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 458 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:19:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x