Konsulê Giştî yê Tirkiyê: Em ti carî hevkariyên hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê ji bîr nakin

Konsulê Giştî yê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê pesnê hevsozî û hawarhatina Herêma Kurdistanê bi ziyandîtiyên Tirkiyê re dide û radigihîne, ew ti carî hevkariyên hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê ji bîr nakin.

20.02.2023, Pts - 07:35

Konsulê Giştî yê Tirkiyê: Em ti carî hevkariyên hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê ji bîr nakin
Nuçe Belav bike

Konsulê Giştî yê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê Mehmet Mevlut Yakut di hevpeyvînekê ligel K24ê de ku dê duh demjimêr 21:30 bi dema Hewlêrê were belav kirin, ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê her ji destpêka erdhejê ve hevkariya welatî wî kir û ew jî ti carî hevkariyên hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê ji bîr nakin.

Konsulê Giştî yê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê amaje bi wê da, hevkariyên xelkê Herêma Kurdistanê û nimêja bikomî ya ji bo qurbaniyên erdhejê, li cem wan cihê pêzanînê ye û xelkê Tirkiyê jî dilsoz in û ti carî vê ji bîr nakin.

Roja 6ê Sibata 2023an erdhejek bi hêza 7.8 li pîvera Rîchterê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê rû da û li gorî dawî amarên AFADê, heta niha zêdetit ji 40 hezar kesî cane xwe ji dest dane.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 269 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:48:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x