Kurdistan: Bêyî me û Rosneftê Iraq û BP nikare petrolê bişîne Tirkiyê

Cîgirê Serokê Komîteya Petrol û Xaza Sirûştî ya Herêma Kurdistanê Dilşad Şaban ragihand ku hikûmeta Iraqê û şîrketa BP ya Ingilîzî ji bo ku dest bi sewqiyata petrolê ji bo Tirkiyê bikin divê bi Rosneft û hikûmeta Herêma Kurdistanê re li hev bikin.

08.11.2017, Çar - 14:09

Kurdistan: Bêyî me û Rosneftê Iraq û BP nikare petrolê bişîne Tirkiyê
Nuçe Belav bike

Cîgirê Serokê Komîteya Petrol û Xaza Sirûştî ya Herêma Kurdistanê Dilşad Şaban di axaftina xwe ya ku li gel ajansa Sputnikê de kiriye ragihand ku: "Hikûmeta Iraqê û BP bêyî ku bi hikûmeta Herêma Kurdistanê û Rosneftê re li hev bikin nikarin petrola Kerkûkê sewqî Tirkiyê bikin. Rosneft xwedî para ji % 60 ya xeta boriya petrola Herêma Kurdistanê ye. ji ber vê yekê jî, ji bo ku BP li çavkaniyên Kerkûkê çalakiyên hevpar yên keşfê bimeşîne û petrolê sewqî bendera Ceyhanê ya li Tirkiyê bike divê ku bi Rosneftê re li hev bike."

Şaban da zanîn ku peymanên bi Rosneftê jî di nav de hemû peymanên ku Herêma Kurdistanê îmze kirine, li gor destûra Iraqê û li gor qanûnên ku li Herêma Kurdistanê hatine qebûl kirin in.

Şaban diyar kir ku ne rasteqîne xeta petrolê ku di salên 1980yî de hatibû avakirin û ji Kerkûkê derdiket û di ser Musilê re digiha Tirkiyê were bikaranîn û weha berdewam kir: " Me wekî hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar girt ku derîyê sînorî yê Pêşxabûrê em nedin hikûmeta navendî ya Iraqê. Ev der tekane xale ku dikare ji wê derê petrol ji bo Tirkiye were sewq kirin.

Ji aliyê din ve Şaban diyar kir ku piştî Kerkûk kete destê hikûmeta Bexdayê de, dahatên wan yên îxrackirina petrolê ji % 50 kêm bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1136 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:54:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x