Li Daqûqê jî alaya Kurdistanê hat bilindkirin

Alaya Kurdistanê li ser dezgehên fermî yên bajarokê Daqûqê yê Kerkûkê jî hat bilindkirin.

30.03.2017, Per - 12:26

Li Daqûqê jî alaya Kurdistanê hat bilindkirin
Nuçe Belav bike

Piştî Kerkûk û Xurmatû, li bajarokê Daqûqê yê Kerkûkê jî alaya Kurdistanê li ser dezgehên fermî hat bilindkirin.

Qaymeqamê Daqûqê Emîr Xuwakerem ji BasNewsê re got, îro bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî û gelên Daqûqê, alaya Kurdistanê li ser avahiya qaymeqamiya Daqûqê hat bilindkirin.

Qaymeqamê Daqûqê her wiha got, me ji ber wê yekê alaya Kurdistanê li ser dezgehên fermî yên bajêr bilin kir çimkî beriya niha encumena parêzgeha Kerkûkê bi fermî biryar dabû alaya Kurdistanê li ser hemû dezgehên fermî were bilindkirin.

Bajarokê Daqûq, 30 km dûrî bajarê Kerkûkê û li ser rêya Kerkûk û Bexdayê ye. Li Daqûqê ji bilî kurdan, ereb û turkmen jî dijîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1414 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:23:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x