Li Hewlêrê piştî barana gur lehî rabû: Metirsî berdewam e

Berdevkê Rêveberiya Parastina Sivîlan a Hewlêrê got, “Li Behirke û Daratûyê lehî rabûye. Ji ber metirsiya lehiyê tîmên me di nobetê de ne.”

04.11.2023, Cts - 08:31

Li Hewlêrê piştî barana gur lehî rabû: Metirsî berdewam e
Nuçe Belav bike

Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û derdora wê baraneke gur bariya.

Ji ber barana zêde li gelek deveran lehî rabû.

Berdevkê Rêveberiya Parastina Sivîlan a Hewlêrê Karwan Mirawdelî ji Rûdawê re ragihand ku piştî barana gur li navçeyên Behirke û Daratûyê yên Hewlêrê lehî rabûye.

Karwan Mirawdelî herwiha diyar kir ku ji ber metirsiya lehiyê li Hewlêrê tîmên wan 24 demjimêran di nobetê de ne.

Ji bo piraniya taxên wek Newroz, Azadî, Şadî û navçeyên Behirke û Daratûyê ku lehî lê rabûye yan jî asta avê bilind bûye, tîmên Rêveberiya Parastina Sivîlan hatine şandin.

Karwan Mirawdelî diyar kir ku Rêveberiya Avûhewayê ji bo barana îro ew hişyar nekiribûn lê rêveberiyê berê ragihandibû dibe ku vê mehê baraneke zêde bibare.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 232 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:59:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x