Li Kelarê operasyon: Kesek bi sucê 'terorê' hat desteserkirin

Dije-Terora Silêmaniyê ragihand, di operasyoneke hevbeş a ligel hêzên dije-terorê yên Iraqê de li Kelarê, tohmetbarek ku bi tohmeta “terorê” dihat xwestin, hatiye desteserkirin.

01.02.2023, Çar - 08:25

Li Kelarê operasyon: Kesek bi sucê 'terorê' hat desteserkirin
Nuçe Belav bike

Şeva borî hêzên Dije-Terorê yên Silêmaniyê û Iraqê li bajarê Kelarê navenda Rêveberiya Xweser a Germiyanê li sînorê parêzgeha Silêmaniyê operasyonek hevbeş pêk anîn.

Dije Terora Silêmaniyê şeva Sêşemê 31ê Çileya 2023an daxuyaniyek belav kiriye û ragihandiye, di operasyonê de kesekî gumanbar bi tohmeta terorê hatiye desteserkirin.

Li gor daxuyaniyê, kesê desteserkirî xelkê parêzgeha Selahedîn a Iraqê ye û li gor madeya 4 a terorê hatiye desteserkirin û dê radestî dadgehê bê kirin.

Antî-Terora Silêmaniyê di 23’ê Çile de jî ragihandibû, di operasyonekê de li sînorê Rêveberiya Germiyan a Silêmaniyê “terorîstekî DAIŞê” desteser kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 344 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:36:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x