Li Kerkûkê provakasyon: Mirî û birîndar hene

Li bajarê Kerkûkê di dema bangaşeya giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê de alozî derket û pasewanên baregaha partiyekî gule berda ser kesên bangaşe dikirin.

19.09.2017, Sal - 07:18

Li Kerkûkê provakasyon: Mirî û birîndar hene
Nuçe Belav bike

Li pêşiya baregaha sereke ya Tevgera Neteweyî ya Tirkmenî li Kerkûkê, pasewanên baregahê teqe li girseya kesên bangaşekarê giştpirsiyê kirin. Di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

Aliyê din hat ragihandin ku ji derve ti gule an jî êrîşek li dijî vê baregahê nehatiye kirin, herwiha hêzên ewlekariyê jî kesên ku teqe kirine, girtine.

Herwiha hêzên ewlekariyê li cihê bûyerê qedexeya hatin çûnê danîn.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 1319 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:31:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x