Li parêzgeha Duhokê Pêşmergeyek bi bombeya TNT ya PKKê birîndar bû

Li navçeya Dêrelokê ya li parêzgeha Duhokê, çekdarên PKKê bomebeyeke TNT li ser rêya hêzên Pêşmerge bicih kirin û di encamê de Pêşmergeyek birîndar bû.

07.08.2023, Pts - 10:40

Li parêzgeha Duhokê Pêşmergeyek bi bombeya TNT ya PKKê birîndar bû
Nuçe Belav bike

Li navçeya Dêrelokê ya li parêzgeha Duhokê, çekdarên PKKê bomebeyeke TNT li ser rêya hêzên Pêşmerge bicih kirin û di encamê de Pêşmergeyek birîndar bû.

Derbarê teqîna bombeya TNT de, jêderekî ji hêzên Pêşmerge ji ajansa K24ê re ragihand, wan 2 xalên kontrolê yên nû li wê deverê danîne, çekdarên PKKê bi şev hatine û TNT danîne ser rêya wan.

Got jî: Di encama teqîna bombeya TNT de Pêşmergeyek bi sivikî birîndar bû.

Ji ber şerê di navbera PKK û artêşa Tirkiyê de zêdetirî 800 gundên sînorî yên Herêma Kurdistanê vala bûne û hikûmet jî nikare destê avedaniyê bigihîne wan gundan.

Çekdarên PKKê li hinek navçeyên sînorê Herêma Kurdistanê ji bo rêgiriyê li nêzîkbûna artêşa Tirkiyê bike û wan deveran kontrol bike, bombeyên TNTê diçîne, ku gelek caran ew bombe bi gundiyan, geştyaran û hêzên Pêşmerge diteqînin û dibin qurbanî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 383 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:37:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x