Li Silêmaniyê bi dronê êrîşî otomobîlekê hat kirin

Li gor zanyariyên Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Silêmaniyê, li qezaya Dûkanê bi dronê êrîşî otomobîlekê hat kirin.

09.08.2023, Çar - 14:47

Li Silêmaniyê bi dronê êrîşî otomobîlekê hat kirin
Nuçe Belav bike

Lİ Silêmaniyê qezaya Dûkanê bi dronê êrîşî otomobîlekê hat kirin û li gor zanyariyên destpêkê, du kes birîndar bûne.

Qaymeqamê Qezaya Dûkanê Sîrwan Serhed; bi dronê êrîşî otomobîlekê li ser rêya Dûkanê ber bi qezaya Xelekan, li nêzîkî gundê Qelate hat kirin, du kesên di nav otomobîlê de bûn, ku yek ji wan xelkê Sûriyê û yê din jî xelkê Helebceyê ye, her du jî birîndar in û bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Sîrwan Serhed eşkere kir, ev cara yekem e ku li wê navçeyê bûyereke bi vî rengî rûdide. Tîmên tendirustiyê û Berevaniya Şaristanî demildest gihiştine navçeyê û birîndar veguhestine.

Roja 6ê vê mehê firokeyeke Tirkiyê li Çemankê otomobîleke kiribû armanc û tê de welatiyekî bi navê Alan Îsmaîl hatibû şehîdkirin ku pênc meh berê zewicîbû û her wiha kesekî din jî birîndar bûbû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 264 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:30:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x