Li Silêmaniyê 52 kesên biyanî hatin girtin

Hêzên Parastina Sînoran ragihand, “Li ser sînorên Silêmaniyê 52 kesên biyanî hatine girtin.”

05.01.2024, Cum - 12:08

Li Silêmaniyê 52 kesên biyanî hatin girtin
Nuçe Belav bike

Fermandariya Hêzên Parastina Sînoran li ser mijarê daxuyaniyek da û got, “Van kesan dixwest bi rêyên qaçax derbasî Îraqê bibin.”

Li gorî daxuyaniyê, bi van kesan re gelek kelûpel jî hatine girtin ku wan dixwest bi qaçaxî derbas bikin.

Fermandariya Hêzên Parastina Sînoran herwiha da zanîn ku ew 52 radestî aliyên pêwendîdar kirine.

Li aliyê din, li ser nasnameya wan kesan ti agahî nehatine dayîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 249 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:39:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x