Mesrûr Barzanî: Bi saya projeya Hejmara Min, hesabên bankên taybet li Kurdistanê du qatan zêde bûne

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser tora civakî “X” nivîsî: “Di du mehên borî de, bi saya projeya Hejmara Min, hesabên bankên taybet ên Kurdistanê du qatan zêde bûne.

16.11.2023, Per - 06:52

Mesrûr Barzanî: Bi saya projeya Hejmara Min, hesabên bankên taybet li Kurdistanê du qatan zêde bûne
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di bersiva peyameke Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, li tora civakî “X” nivîsî: "Di nava 2 mehên borî de, bi saya projeya Hejmara Min, hesabên bankên taybet li Kurdistanê du qatan zêde bûne.”

Îro pêştir Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê îro daxuyaniyek belav kir, ji destpêka meha Îlonê ve 150 hezar karmend û mûçexurên Herêma Kurdistanê di projeya Hejmara Min de hatine tomarkirin.

Hikûmeta Herêmê amaje bi wê jî kiriye, “Armanca me ew e ku heta dawiya sala 2025an, milyonek karmend mûçexur di bankên taybet de bên tomarkirin.”

“Hejmara Min” pirojeyek e ku fermanberên kertê giştî, xanenişînan û hêzên ewlehiyê dikarin bi rengekê parastî û şefaf, bi rêya torekê bi amûrê eliktironî yê vekêşana diravî “ATM”ê, meaşên xwe werbigirin, ku zêdetirî hezar bingehan li tevaya Herêma Kurdistanê dê bên danan.

Hejmara Min pêşengiya kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ji bo pêşvebirina kertê bankî û dîjîtalkirina peredanê ji bo zêdetirî yek milyon fermanber, karmendên hêzên ewlehiyê û xanenişînên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku ev jî piştbestina bi karûbarên kaş kêm dike, aktîviya hikûmetê û şefafiyetê jî zêdetir dike.

Bi rêya pêşengiya “Hejmara Min”, fermanberên kertê giştî, hêzên ewlehiyê û xanenişînan dikarin bi rengekî parastî û şefaf û guncayî bi rêya torekê ji amûrê vekêşana pereyî (ATM) meaşên xwe werbigirin, ku zêdetirî hezar bingehan dê li tevaya Herêma Kurdistanê bên danan.

Herwiha ev piroje hêsankariyan dike ku tevaya pişkdarên wê bikarin xizmetkariyên bankî yên pêşkeftî bi dest bixin, wekî qerzan, paşkeftkirinê û peredana dîjîtal.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 529 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:59:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x