Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Bi boneya 61 saliya damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê, bi germî pîrozbahiyê li serok, endamên sekretariyetê û hemû mamostayên Kurdistanê dikim û hêviya berdewamî û serkeftinê ji wan re dixwazim.”
Diyar kir jî, “Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê roleke berçav di tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê de lîstiye, ku hertim li sengerên pêşî yên berevanîkirina mafên gelê Kurd bûn û xebateke pîşeyî bo parastina mafên mamostayan kirine.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Bi vê boneyê em rola mamostayên Kurdistanê bilind dinirxînin ku di qonaxên cuda û dijwar de bi erkê xwe yê pîroz berdewam bûn, ji bo berdewambûna proseya perwerdekirin, fêrkirin û pêgehandina nifşên me.”
Her wiha got: “Hêvîdar im mamostayên Kurdistanê serkeftiyane di erk rola xwe ya bibandor de berdewam bin, ji bo dirustkirin û pêgehandina nifşekî niştimanperwer û dahêner, da ku bi hevkariya hemû aliyan Kurdistan di hemû waran de zêdetir geş û bipêş bikeve.”